Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Latê Husn î û Şehê Xuban î Sözleri

Melayê Cizîrî - Latê Husn î û Şehê Xuban î şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriLatê husn î û şehê xuban î
Bi xwe hem xan î we hem xaqan î
Yûsifê sanî tu îro xanim
Ko bi husna xwe nedêrî sanî

Bi sur û heybet û sehmê xwe perî
Bi te şîn li butan sultan î
Bi tebilxaneyê şah î were text
Ko tu îro şehê Kurdistan î

Kagulê berde bi ser xal û xetan
Ko muselsel binumêt rîhan î
Ismê e’çem te divê çil ism î
Ji du herfan bi mu’emma zanî

çi berat bû we bi ser da kagul-i
çîn bi çîn mest bi tuxra ranî
Te çi hacet bi suleymaniyê husnê
Xatemek le’le bi gewher anî

çi xet eşkeste muselsel ya reb
Ko te pê nesix kirî dîwanî
Gerçî pirxal û nişan î emma
Bi Nişanî ko tu bênîşan î

Ey perî horisiriştê herçend
Bi beşer adem î û insan î
Surrê subhan te ji husnê dinumît
Ehsene l-lah ji sura subhanî

çi heddê ’eql e qiyasê te kirit
Ev e burhan ko tu bêburhan î
Me temenna ji nesîm xakê rehê kir
Pê bikîn dîde û dil nûranî

Nefesek bê te me nayê bi l-lah
Ne tinê rûh î tu rûh û can î
sed hezaran ji te peykan di dil in
Lê li serwê me tinê derman î

Te birînên me kewand dîsa
Ji nû agir te li daxan danî
Te Mela pir di ceger gezme ne lew
We perîşan î we pirêşan î

Latê Husn î û Şehê Xuban î şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Daneyên Enber
Dilberê Îro Seher
Ahi Ji Destê Wê
Îd e û Da Alemê Bangi Şefayê Xas û Am
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Cana Ji Cemala Te
Latê Husn î û Şehê Xuban î
Bi Husna Ehseni
Heyheya Reqs û Semaya Te
Mizgîn Ji Me Ra
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Xelqo Li Min Kin Şîretê
Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
Dil Yek e (Bes)
Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)
Sirrê Wehdet
Mehbûbê Bi Dil Bit
Îro Ji Şehkasa Surê
Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)
Îro Ji Husna Dilberê
Ewwel Ko Yarê
Neyşekera Gerden Ji Ac
Îro Ji Derba Xencerê
Were Canim

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.