Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Min Di Dil Kovan Hezar In Sözleri

Melayê Cizîrî - Min Di Dil Kovan Hezar In şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriMin di dil kovan hezar in dax û keyber bêhisab
Mihneta werdên bixar in wên di dil da sed nişab

sed nişab in min di dil îro ji xarên sorgulan
Yek bi yek peykan çevî bûn çûne cergê da kulab

Pir bi wan curhan xwe têr in lew ko dî derman dikir
şerbet û ava heyatê şekker û qend û gulab

Ger dused peykan di nêva dil biwan dê xweş biwan
Her dema kewkeb bidîna necm û Perwîn bêhicab

Zehre û ’iqda sureyya keşşifî bûn ew di şerq
Sayeya bextê me dayê ma li ser perde w niqab

Wajigûn dewrê numa min çerx û bayê lewleban
Kewkeban seyra muxalif girt û têkil kir hisab

Vêk ketin şems û Zuhel îro di birca ’Eqrebê
Seyf-i çû destê Merîxê mulkê dil lew bû xerab

Lew tenezzul kir Merîxê nobe çû dora Zuhel
çû teref mihra sipihrê nezzilî ’erdan ’ezab

Lew bi şeş bircan ’Etarid ji afitabê dûr-i bû
Lê Zuhel bû Muşterî avête çerxê inqilab

şewwişî nezma nucûman hey’eta çerx û burûc
Lew li wed’ek dernetêtin Mah û Zuhr û Afitab

Munqelib min dî menazil vajî ew seyrê dikin
Yek bi yek xwîn jê dibarin ateş û lem’ û şihab

Zuhreçengê ev suwaj dî ew ji çeng avête çeng
Xweş li pê qanûnê wê guh de tu qanûn û rebab

Ez dibêm axirzeman e dê qiyamet rabitin
Lew şeva tarî kişandî yû nehişt eswed xurab

Xweş li min ’alem siyah ma stêr û kewkeb qet neman
Ez ji vê rojê ditirsam axirî zû kir şitab

Ev ne ew iqlîm e ya şems û kewakib tê bi seyr
Ez ne wê ’erdê dibînim ya ko lê ew mahitab

Cinn û teyyarek mi dî werbû di min winda kirim
Dame ber pence w kulaban hilfirandim wek ’uqab

Suflewî înam û avêhtim zemîna zulmetê
Lê ko hişyar im gelo yan xewn e min dîtî bi xwab

Dêwê mel’ûn û munafiq ê Xudê rûreş kirî
Ma bi bala hilkişêtin ’aqibet çî bit şelab

Ehremin te’lîm-i da bû Ebyedî dest tê hebû
Pir bi vê te’lîm û rayê hatibû çûbû xitab

Surperî ’illet nizanî sihreya Ebyed dikit
Pir xelet erzan me dî derheq xwe ew ’alîcenab

Ah-i eyyamên wisalê weko xweş borîn û çûn
Ew şeraba ’êş û noşê ma li pêşber min serab

şerbeta şîrînleban zehra helahil bû di nav
Lew bi narê firqetê axir li min dil kir kebab

Hudhudek xweşteb’-i min îro divê herwek nesîm
Da bi bal dilber hinara b’aniya dîsa cewab

’Erd-i halê min bigota yê bi ’inwanê edeb
Asitan bikra ziyaret çetr û seywan û tunab

Da di çeşman min werîna xak-i herwek tûtiya
Ya hebîb pê lê nihaî b’aniya wî ew turab

Her kesê rabî di behsê carekê mehder bikit
Xeyr-i heftî hec didêrit belko bihtir ew sewab

We’de dabû dê şehîd kim wî bi şîrê xwey şerîf
Ma nebî îro peşîman ew ji tedbîra şewab

şerh-i halê min Mela narit beyadê hê temam
Vê sewadê gerçi herdem jê birin sed intixab

Min Di Dil Kovan Hezar In şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas
Ellah Sehergaha Ezel
Neyşekera Gerden Ji Ac
Min Di Dil Kovan Hezar In
Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
Sirrê Wehdet
Me Lew Fincan Li Ser Dest e
Mey Nenoşî (Xelet)
Îro Ji Derba Xencerê
Destê Qudret
Remzên Te Di Canan
Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)
Pir Meke Israfê
Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)
Şah Bi Qesda Kuştina Min
Îro Mi Dî Weqtê Seher
Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)
Mehbûbê Bi Dil Bit
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e
Ey Şehinşahê Muezzem
Dilber Şikêna Şekerek
Ahi Ji Destê Wê

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Almanya'da Doktorluk | Firma Diyarbakır | Kürtçe Çeviri | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.