Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Mizgîn Ji Me Ra Sözleri

Melayê Cizîrî - Mizgîn Ji Me Ra şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriMizgîn ji me ra bêt ji surşêrînê
Canê xwe yê şêrîn didirim mizgînê

Sed çîn di xwe da girtiye zulfa te bi çîn
şi’ra me û heq lew çû heta Maçînê

Neqşên felekan guh didirin vê nezmê
Tenha ne beşer her dikirin tehsînê

’Işqê ji xwidê da tu bixwazî jê ra
Ger dê li neyarek xwe bikî nefrînê

Yek secde tinê ferd e di dînê ’işqê
Bin berqedê yarê di mecalê dînê

’Aşiq ko bi dil fatiheya ’işqê xwand
Ayatê yeka yek dikirin amînê

Me ji le’lê lebê yarê xwe vexwar ava heyat
Exyar-i bila têk-i biçin darînê

Lazim bi xwe ayîneyê Rûhi l-qudus î tu
Lew kes nedîn horî bi vê ayîneyê

Caiz bi te min “heysu l-beşer” nisbet dan
Bihn û şefeq û nazikiya nisrînê

Ev rengê fesahet ji beşer sihrê helal
I’cazê beyan aniye ber tedwînê

Da nale û ahên me ji dil şeh bikirî
Wer guh bide hindavê serê balînê

Ferhad-i dizanit tu ji Perwîz-i mepirs
Etwarê xema ’işq û sura şêrînê

Bê nuqte nehin daîre ihsan ke Mela
Dewwarê çi kit daîreya tekwînê

Mizgîn Ji Me Ra şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Dil Yek e (Bes)
Ji Rena Nêgizên Tey
Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)
Xwîn Ko Ji Dil Bi Mewci Bêt
Were Canim
Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)
Daneyên Enber
Der Heq Me
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
Ey Şehinşahê Muezzem
Ji Mabeyna Du Ebrûyan
Turreya Tabidarê
Muxbeçeyên Meyfiroş
Nazikek Min Seherê Dî
Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil
Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê
Me Lew Fincan Li Ser Dest e
Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
Dil Ji Ilacê Ko Bi Der Ket Mizac
Îro Mela Serapa
Çîn Çîn Kirin Zulfên Siya
Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)
Feleka Etlesê

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.