Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Îro Ji Derba Xencerê Sözleri

Melayê Cizîrî - Îro Ji Derba Xencerê şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe Sözleriîro ji derba xencerê
Lazim biêşan î Mela
Teşbîhê zulfa dilberê
Zanim perîşan î Mela

Zanim perîşan î ji dil
Bêhed biêşan î ji dil
Teşbîhê biryan î ji dil
Bi l-lah ne insan î Mela

Bi l-lah çi teb’et adem î
Yekser dibêm yek ’alem î
Deryayê Qaf û Qelzum î
Yan çerx-i gerdan î Mela

Ya reb çi wê mihnetkeş î
Ser ta qedem têk ateş î
Mecrûhê qewsê tûzreş î
Lew dil bi peykan î Mela

Zanim ji ’işqê dojeh î
Behrek ji narê asih î
îro li mahê xergeh î
Teşbîhê seywan î Mela

Ev sîneya wek nay û ney
Pir lê kişandin dax û key
Hê dil bi naehlan didey
Ya reb çi nadan î Mela

Durdaneya dêmgewher e
Ayîneya Eskender e
Bê mirwetê dil kir ker e
Mecrûhê xalan î Mela

Bê mirwetê dil herişand
Teşbîhê şîşê lê kişand
Ker kir ceger xwê lê reşand
Ateş li ser danî Mela

Narê ji rengê dojehê
Husn û cemala wê mehê
Me d’perdeya vê xergehê
Xef kir çi ’Umman î Mela

îro li ’umrê xwey telef
Bê şahid û cama sedef
Bê çeng û saz û nay û def
Zanim peşîman î Mela

Zanim te kohê Tor e dil
Lew her bi nar û nûr e dil
şehkaseya ferfûr e dil
Lew mest û sekran î Mela

Her sîne tabê natemam
Napuxte xam bê mihr û cam
Xerqên di xwîna dil medam
Le’la Bedexşan î Mela

Pir le’l û dur te j’ kilkê ’işq
Anîne nezma silkê ’işq
Der berr û behrê mulkê ’işq
Me’lûm e xaqan î Mela

Bêhed li qelb-i şubhê ney
Cewra te danîn dax û key
Lew bêhemel xweş nîne mey
Emma bi şîranî Mela

Minnet ji tali’ her ji bext
Asif bi text û bext û rext
Belqîs ewî anî bi wext
îro Suleyman î Mela

Ew herdu le’l û herdu weşm
Geh geh bi naz û geh bi xeşm
Ew bejn û bala hate çeşm
Me d’seyrê rûhanî Mela

Îro Ji Derba Xencerê şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Destê Qudret
Îro Ji Husna Dilberê
Ger Bidiya Ew Senema Surcemîl
Şah Bi Qesda Kuştina Min
Latê Husn î û Şehê Xuban î
Dilberê Serdarê Xwiban
Mey Nenoşî (Xelet)
Newaya Mutrib û Çengê
Ji Rena Nêgizên Tey
Senemê Ji Qewsê Ebrû
Dil Jimin Bir
Qelbê Me Şubih Zêr
Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)
Ellah Sehergaha Ezel
Remzên Te Di Canan
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
Ey Şehinşahê Muezzem
Derê Meyxaneya Işqê Seher
Nêrgizên Şeng (çep û Rast)
Ey Şahidê Qudsî
Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Ewwel Ko Yarê
Ji Mabeyna Du Ebrûyan

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Karikatür | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Çeviri | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.