Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Cana Ji Cemala Te Sözleri

Melayê Cizîrî - Cana Ji Cemala Te şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriCana ji cemala te muqeddes qebes im ez
Ger xob û perîzade nezer kî te bes im ez

Mislê mehê new ger te divêtin me bibînî
Mêze bike camê tu dizanî çi kes im ez

Yexma ji me can kir ko tecellayê li dil da
Min rûhê di qalib tu yî tenha qefes im ez

Hubba te ye min radihejînî ko binalim
şeb ta bi seher nale ji rengê ceres im ez

Min go mehê new çaşitiyê ebrûyê yarê
Go min çi hed e şubhetê ne’lê feres im ez

Saqî ji ezel yek du qedeh bade bi min da
Hetta bi ebed mest û xumar û teles im ez

Cana tu yî min can gulê bêxar-i gerem bî
Minnet ko ne wek bilbilê mihnet ’ebes im ez

Sed cewr û cefa dî bi me naçîn ji derê te
Yekser tu nebat î we li teb’ê meges im ez

Ger we te divêtin bibirî ser bike ferman
Da vê se’etê ser bibirim xweş meqes im ez

Ser ta bi qedem ez bisojim şubhê Melayî
Perwanesifet sohtim û bêsewt û his im ez

Cana Ji Cemala Te şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered
Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e
Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)
Tealellah Zehê Husna Mubarek
Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah
Min Di Dil Kovan Hezar In
Remzên Te Di Canan
Mela Me
Tu Dizanî Bi Xudê Min Tu Xiyal î (Şeb û Roz)
Sirrê Wehdet
Dilber Şikêna Şekerek
Ey Nesîmê Sibehê
Senemê Ji Qewsê Ebrû
Îro Ji Husna Dilberê
Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
Dilbera Min Seherê Hat
Sebahul Xeyrî Xanê Min
Îro Ji Derba Xencerê
Newaya Mutrib û Çengê
Dil Ji Ilacê Ko Bi Der Ket Mizac
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Şahidê Qudsînişan Husn e
Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.