Kürtçe SözleriDaneyên ’enber li nisrînan reşandin xalê xam
Sosinên nazik li ser xalan çevandin dalê dam
Cebhet û dêmê ji qudret lê nivîsî herf û herf
Kagulan ta ta li ser herfan kişandî lam û lam
Leyletu l-qedr û berat in zulf û cebhet subhê
’îd
Dêm weko fesla biharê lê qiyamet qedd û qam
Ew perî weqtê di sundus da ji qundus bit xwiya
Bende dê şah û geda bit Xwisrûyê şîrînkelam
Herkesê carek diye ew zinde ma hetta ebed
Wê nedîtî ew perîrû zindegî lê bit heram
Herkesê camê ji destê wê binoşit noş-i bit
Ê ji wî destî nenoşî zehr-i bit lê ew medam
Wan di reqsê da ko dîm awir peyapey dane min
Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya ’işqê revam
’Umrek e dûr bûm ji canan ketme benda firqetê
Nagihan perde hilanî go Melayêm es-selam
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.