Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Aşiq Er Carek Sözleri

Melayê Cizîrî - Aşiq Er Carek şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriAşiq er carek ji bala lê bidit berqa mecaz
Dê li nik sahibdilan hetta ebed bit serferaz

Keşfa esrarê şifatan bêmehebbet nabitin
Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz

Lami’a husn û cemalê dê ji ’ilmî bête ’eyn
’Işq-i da jê hilbitin kê dî heqîqet bêmecaz

Husn û hub bê yek du nabin dê bikin şah û geda
Nûr-i nadit şu’leya Mehmûd-i bê şem’a Eyaz

Me’neya ’işqê dizanî ayeta husnê bixwîn
Da tu herfên muhbetê yek yek ji hev kî imtiyaz

’Aşiqan bêgav-i lew kalîn ji dil tên şubhê re’d
Wan ji bala lê dibarin wek birûskan remz û naz

Kê xeber dabit ji ’işqê key ji ber westa girit
Gerçi rah ez zerre zerre sînesûz û cangudaz

Aferîn sed aferîn hê min ji wan ra aferîn
Ê ji tîrên dilberan da’im di dil peykan û gaz

Guh de awazê neyê weqtê sema tên muxbeçe
Fehm-i razê ger dikî çawa dinalin çeng û saz

Ew dil-i min wek kebûter nabitin kes lewme kit
Lew di vê torê we da keftî me dîn sed şahibaz

Wer dilo da çîn temaşaya ciwananên çimen
Wê hilanî ser bi naz û sayeban dayê niyaz

Zulf û sinbil muşk-i bûy û bisk û sosin sirşirîn
Serwibala sebzipûş û kil nişan û xunçebaz

Nêrgizên qamet zumurrud sergiran hatin xiram
çar-i etrafan bi ref ref lê bi meş tên siy û qaz

Dil bi kê dim ez ji wan heryek bi xencan dil dibin
Dilrubayên canfezayên dilberên ’aşiq gudaz

’Eqd-i ihramê dema dilber xwiya bê ferd-i ’eyn
Secdeyek ber wan du birhan nagirit cih sed nimaz

’Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir
Go Mela hingî bixwazî dê bidim bes tu bixwaz

Aşiq Er Carek şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)
Ji Remza Dilberê Dîsa
Daneyên Enber
Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef
Tu Sehergeh (Hudûs)
Îro Ji Husna Dilberê
Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)
Hêvî û Tewqe Dikim
Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas
Newaya Mutrib û Çengê
Tealellah Zehê Husna Mubarek
Şah Bi Qesda Kuştina Min
Xeşmê Li Feqîran Meke
Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered
Şox û Şengê
Sirrê Wehdet
Aşiq Er Carek
Turreya Tabidarê
Sebahul Xeyrî Xanê Min
Were Canim
Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)
Destê Qudret
Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.