Kürtçe Sözleriîd e û da ’alemê bang-i şefayê xas û ’am
Mah-i new ebrû numandin çû ji ber ’ewr û xemam
Xweş bi dor camê işaret kir hilalê saqiyan
Mahitabên zuhresîma çaridehsalî temam
Name tey kir roze’ê ’îdê vekir feşla meyê
Lê bi zimzim tên bi awazê neyê fincan û cam
şahidên gulreng-i saqî belkî nisrîn in beşer
Ê di lebsê erxewanî nêrgizên ’er’erxiram
Ya reb ew rûh in mucessem yan misalê rûh in ew
Lew bi sir caman dibexşin nazikên şêrînkelam
Ew çi ’alî gewher in hatin libasê cism û can
’Işweyên wan şubhê iksîrê di qelba nin meqam
Wek Melê gavek tinê xa’ib ji dîdarê nebim
Wer bibim wê sa’etê lê bin ji min da sed selam
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.