Kürtçe SözleriKo işaret bi bişaret bidirit nexmeya çeng
Ji rûyê ayîne’ê dil biretin perdeya zeng
Fehm-i raz er bikirî wer bibehî mujde’ê saz
çeng-i bêperde dibêjit ne ney û nay-i bi deng
Weh ko bê şahid û mehbûbê te ’umrê xwe biwar
Karikê rabe bike weqt e ko êvar e dereng
Berê meqşûdê ji tobê negirîn me’lûm e
Me ji destê xwe yê kutah û ji payê xwe yê leng
Dilê yarê me nebû nerm-i bi sed ab-i girî
Eserê dê çi bikit ab-i bi sed qetre li seng
Sîne geh têt ko bi ker bit ew ji derbê muhbetê
Me ceger şubhetê barût e we dil maye pereng
Bi çi rengî me di dil xef bibitin gewhera ’işq
’Aşiqan muhbet û mihra zeriyan kifş e ji reng
Kifş e mecmû’ û perîşaniyê halê me di dil
Ji serê zulfa perîşan û ji biska te ye şeng
Ne tinê gezme dibarin me ji qewsê du hilal
Me ji mijganê siyeh têne ceger tîr û xedeng
Mislê wê qewsê hilalê ko du nûn reyhanî
Kê nişan dane ji şîraz û kê anîne ji Yeng
Her li dora hecerê-eswed hebeşan çerx û tewaf
Tên wuqûfa ’erefatê bi sema nûbî û zeng
şef bi şef tirk û muxul doguş û hindî di kemîn
Bi ’eceb hatine cengê hebeş û rom û fireng
Mîr û kirmanc li holan qederek westa ne
Lê di nêvê bi şef û tîp-i ’ereb hatine ceng
Ji goher xunçe koşa’î digirit durcê ’eqîq
Bi şeker xende zenî ger bigirît şekkerê teng
Were bêperde Mela vê xezelê bîne meqam
Herdema bêne sema def bi def û çeng-i bi çeng
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.