Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Qelbê Me Şubih Zêr Sözleri

Melayê Cizîrî - Qelbê Me Şubih Zêr şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriQelbê me şubih zêr e ji feyda te cela girt
Ma rûsiyeh û şifri-sifet reng-i şefa girt

Teşbîhê bi cedwel me di nêv ateşê ’işqê
Dil qelbê heqîqet bit û iksîr-i hema girt

Salik kî ye hatî ji mecazê bi heqîqet
şûret ne şinasî yû bi me’na ne fena girt

Tenha ne li min lami’ê husna te şefeq da
’Alem bi xwe wê husn û cemalê di xwe da girt

Teyxûn-i di destê te zehê dewlet û iqbal
Herçî te birî dam-i di tora xwe huma girt

Canê xwe me kir dane’ê dava ko vedayî
Ahûsifet ew pê hissiya rahê xeta girt

’Enqa ne şigara kes e davan tu biçîn ver
Dava ko li ’enqa tu vedî bad-i hewa girt

Herkes seherê talibê tiştek bi çimen hat
Hin sosin û hin sinbil û hin zulfê duta girt

Destê me seher girt û birîn seyrê hebîbê
Fi l-hali reqîbî ji hesed lerze û ta girt

Ew kebkê xeraman ko di kozê li qebo hat
şahînê qedayê bi texaful ji xwe ra girt

Zinhar-i kesê dest-i bibit erqemê serwê
Bê ’işweyê le’lan ne bi teslîm-i jiha girt

Sebrê berê şîrîn e we ustad-i xeber da
Lew dil me bi tehlî yû xeman xurrem û şa girt

Her neşter û şewkên ko hebîbê me li dil da
Min yek bi yek û têk-i li derdê xwe şifa girt

’Aşiq ji xemê saye’ê wê camê teleb kir
Pir ’eql-i didêrit me ji qismê hukema girt

Sef sef ne tinê gezme dibarin ji kevanan
Dil kagul û zulfan di kemendê bi teba girt

Dîwane’-i her tête di vê silsile û bendê
Ko mustehiq e Xwisrowê xoban bi ceza girt

Peyweste du fêris ji me ra daberizîn dil
Zulfan bi çep û rast-i li oxilme cema girt

Qewsê du hilalan ko li ser Bircê-esed bit
Bû şuhre di ’amê ’emel enguşt-i numa girt

şi’ra te Mela sihr-i şekerrîz e bi mu’ciz
Zanim ji lebê le’lê te ev lefz û eda girt

Qelbê Me Şubih Zêr şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
Muxbeçeyên Meyfiroş
Ahi Ji Destê Wê
Latê Husn î û Şehê Xuban î
Hê Di Ber Qalûbelayê
Îd e û Herkes Ji Dîdara Te
Ey Nesîmê Seherê
Mela Me
Ji Remza Dilberê Dîsa
Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil
Dilbera Min Seherê Hat
Turreya Tabidarê
Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê
Qelbê Me Şubih Zêr
Îro Ji Husna Dilberê
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Der Heq Me
Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah
Senemê Ji Qewsê Ebrû
Sirrê Wehdet
Mehbûbê Bi Dil Bit
Neyşekera Gerden Ji Ac
Îro Ji Derba Xencerê
Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.