Kürtçe Sözlerişahidê qudsînişan husn e ji remza ezel
Da me bi destê surê cama meya lemyezel
Mey ko biçit saxerê di destê wê dilberê
şondê bi xaliq dixwim roj e di Birca-hemel
Dêm-i di camê me dî sur di medamê me dî
Lew me ji meyxaneyê girtiye berder mezel
Her ji kevanê biweş qebdezerê goşereş
Gezme bi coht têne dil kes dimirit bêecel
Husn û sura şûretê kes didirit qudretê
Lew di eşil dûr e jê te’neyê “lemma efel”
Zorbe we têtin ’ereb têk-i çevandin qeşeb
Qenc-i bi çehvan me dî ceng û cidala Cemel
şîr û riman vêk-i ran pence birin têk-i ran
Lew me dikin jêk-i ran qîme dikin dil digel
Nazik û qenca şepal dil vegerînit mehal
Lê ji me dê dil bibit dil bi me dit bi muhtemel
Neyşeker û dêmdurê da me bi destê surê
Cam û qedeh şubhê av lew me rewan tên xezel
Gerçi di çehvên “ena” ’alem Mela kir fena
“Dûne fena babikum innehu ’ebdun eqel”
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.