Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê) Sözleri

Melayê Cizîrî - Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê) şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriVê firqetê ebter kirîn
Feryad ji destê firqetê
Jar û de’îf û zer kirîn
Feryad ji destê firqetê

Pir zer kirîn wek zêr-i mam
çehvên di lutfê pîr-i mam
Daim li rê çavnêr-i mam
Feryad ji destê firqetê

çavnêrê reftara te bûm
Muştaqê gulzara te bûm
Lew dûr ji dîdara te bûm
Feryad ji destê firqetê

Dûr bûm ji wê reft û çunê
Wan ’işweyan guft û kenê
Nayê bi çehvan min dinê
Feryad ji destê firqetê

Dinya bi min mij bû û xemam
Xew jî li çehvanê min heram
’Umrek bi vî halê he mam
Feryad ji destê firqetê

Sa’et li min têk sal-i bûn
Daim li ser dest fal-i bûn
Herfên dihatin dal-i bûn
Feryad ji destê firqetê

îro tinê derhat elîf
Me’ne diçû bejna şerîf
Ya xare lê kemxe û qedîf
Feryad ji destê firqetê

Vê firqetê pir dil şewand
Cerhên qedîm dîsa kewand
şîşên di sor tê da tewand
Feryad ji destê firqetê

Daxên me dîsa reş kirin
Yek yek ji nû ateş kirin
Lê zêde penc û şeş kirin
Feryad ji destê firqetê

Sewda û sews û gêj kirim
Pir her di dil xwînrêj kirim
çendan we bûm lê hêj kirim
Feryad ji destê firqetê

Bi l-lah ji nale w zariyan
Gezmên di wan xummariyan
Xew nakirîn şevtariyan
Feryad ji destê firqetê

şev bû dinê çeşmê me da
hetta beşîr mizgînî da
Dê bê seher şahê geda
Feryad ji destê firqetê

Mizgîn ko da min ev qeder
Rûhê şirîn min hate ser
Xeylek li min ron bûn beşer
Feryad ji destê firqetê

Ron bû bi dîdara te dil
Bû xerqê enwarê te dil
Naret ji ferwarê te dil
Feryad ji destê firqetê

Minnet me dildarê xwe dî
Dîsa ji nû yarê xwe dî
Sultan û xundkarê xwe dî
Feryad ji destê firqetê

Reşkagulê sinbil çevîn
Minnet me dîsa xem revîn
Nû bûn li dil hubb û evîn
Feryad ji destê firqetê

Derdê xedar bêm firqet e
Firqet ji can pir zehmet e
Ya sehl ko ’aşiq rih dite
Feryad ji destê firqetê

Narê firaq û sohtinê
Êşa xedengê nuhtinê
Pirs kin ji ’uşşaqan tinê
Feryad ji destê firqetê

’Aşiq ew in her dimirin
çend yek di remzên dilber in
Keybir li dil min bihtir in
Feryad ji destê firqetê

Ya reb bi dîdara xwe kî
Min waşilê yarê xwe kî
Bes şohtiyê narê xwe kî
Feryad ji destê firqetê

Me j’ dostê satek dûr nekî
Perkende û mehcûr nekî
Dîsa ji nû dil hûr nekî
Feryad ji destê firqetê

Xaka riya dilber Mela
Bikşîn di çehvan wek cila
Dîdarê qismet bû hela
Feryad ji destê firqetê

Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê) şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Xema Işqê Perêhtim Ez
Ser Didit Abi Kewserê (Zulf)
Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)
Şebê Qedrê Li Me Rewşen Ke
Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)
Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
Şahidê Qudsînişan Husn e
Tu Sehergeh (Hudûs)
Mehbûbê Bi Dil Bit
Meşşateyê Husna Ezel
Ji Rena Nêgizên Tey
Newaya Mutrib û Çengê
Feleka Etlesê
Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas
Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê
Aşiq Er Carek
Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Destê Qudret
Remzên Te Di Canan
Îd e û Herkes Ji Dîdara Te
Îro Ji Şehkasa Surê
Mela Me
Derê Meyxaneya Işqê Seher

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Almanya'da Doktorluk | Firma Diyarbakır | Kürtçe Çeviri | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.