
Kürtçe SözleriBê lebê le’lî Mela min ji meya ali çi hez
Suhbeta tê nebitin yari bi her hali çi hez
Qedehek bade bi destê xwe li qelbê me birêj
’Aşiqê soxîte bê ateşê seyyali çi hez
Ne ku wek teyr ji mujên te bibarin peykan
Ji birînên di dilî şubhetê xirbali çi hez
Hezz û lezzet me bi ’umrê xwe di ’işqa te nedî
Hem bi van derd û xeman zêde tu îsali çi hez
Husn û sur zatî nebit cezbe li dil dit mehbûb
Me ji zulf û xet û xal û qedê meyyali çi hez
’Ilmê ’işqê but û latan bi rîwayet nabitin
Qederek hal ku nebit şubhetê her qali çi hez
Bedewî paki çi kit feshetê meydan ko nebit
Mustmi’ guh nedirit mutrib û qewwali çi kit
Durrê nasufte dibêjim ji lebê le’lî Mela
Ger rewanbexşi nebit nezmê ker û lali çi kit
*Li gor çapa Nûbiharê hate serastkirin. Dîwan Melayê Cizîrî, Çapa Sêyem, 2010, Nûbihar.

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.