Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs) Sözleri

Melayê Cizîrî - Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs) şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriNamê ’enberşikenê bêt ji ’enber meke behs
Bil ji wê silsile û zulfê mu’enber meke behs

Veke lêvê we ji nêvê biwerîn qend û nebat
Ji lebê le’leşeker bêj û ji şekker meke behs

Bi ser enguştê ’eqîqê bide fincana rehîq
Abê heywan te çi yin nav-i ji kewser meke behs

Zeriyên şehla û durdane bibin şahidê bezm
Ji genimreng û siyehçerde û esmer meke behs

Dê bişaret bi işaret ji neyê bête sema’
Tu ji nayê di sema’ê bike bawer meke behs

Bi wê nihalê bi deraxûş û bidê canê şirîn
şaxê ’umrê bixwe ber jê we ji Qeyşer meke behs

Ayeta husnê mufeşşel ke ji keşşafê cemal
’Ilmê ’işqê bike tefsîr û ji defter meke behs

Razê dehrê ji sipihrê tû nizanî bi cedel
Hikmeta dawer e tu j’ hikmeta dawer meke behs

Ab-i heywan te divêtin tu bibe hemrehê xudr
Cama Cem bîn û ji Dara û Sikender meke behs

Ji ezel ’aqibeta karê ko me’lûm-i nebit
Cama mey noş û ji teqdîra muqedder meke behs

Dil yarê me nebû nerm-i bi sed ab-i girî
Ji dilê dilbera ma û berê mermer meke behs

Tîr-i sed têne ceger sîne li ber maye çeper
Ji dil û cergê kul û sîneyê kerker meke behs

şîrê elmasî kişînit tu ji lami’ de xeber
Vekirit huqqe’ê yaqût-i ji gewher meke behs

Ji şefeq Zuhre xwiya bit tu binê perwînan
Cebhetê ew binumêt tu ji meh û xawer meke behs

Li rûyê yarê du meh new me qeran dîne di mest
Tu ji seyra qemerê tali’ û exter meke behs

Pir ji dêm û xet û xalan te xeber daye Mela
nezerê wer bide bejnê ji mufesser meke behs

Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs) şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)
Ey Nesîmê Seherê
Dilberê Serdarê Xwiban
Aşiq Er Carek
Remzek Ji Nesîmê
Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez
Derê Meyxaneya Işqê Seher
Îro Mi Dî Weqtê Seher
Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Umrê Dayi Bû Me (Ebes)
Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef
Nazikek Min Seherê Dî
Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
Bê Lebê Lelî Mela (Çi Hez)
Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas
Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
Qelbê Me Şubih Zêr
Ji Mabeyna Du Ebrûyan
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
Senemê Ji Qewsê Ebrû
Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)
Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
Ez Nizanim Sebebê Yarê

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Almanya'da Doktorluk | Firma Diyarbakır | Kürtçe Çeviri | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.