Kürtçe SözleriGerçi bilbil cewherê zatê gul e
Lê gulê rewneq ji ’işqa bilbil e
Guh de zikrê hal û coşa badeyê
Wê bi bilbil ra dixwînit bilbil e
Sosinan sed reng-i avêhtin kemend
Wan nego dil bendê tayek sinbil e
Sinbilan seywan li dêmê taze kir
Afitab îro di Birca sinbil e
Qet verêkê vê demê hadir dibit
Qisseya feslê ne karê sinbil e
’Er’erên rengîn ji tayên sor û zer
Qumriyan sed reng-i şîrîn xulxul e
Remzeya ’işqê ji bala hate xwar
Qudsiyan avêhte çerxê xulxul e
Min di dil nasorekê da hestiyan
La cerem hêj neş’eya daxa kul e
Bilbil û perwane ew feşl û dem in
Cinsê ’işqa min tinê derdê “kul” e
Nêrgiza nazikqed û şehlaya mest
Dîn kirim ez bilbilan sewda gul e
Teb’ê lami’weş zi minnet Bu l-hesen
Min di dest da çu l-fiqar û Duldul e
’Eşqerê bedfi’l-i çî hî kir ’eceb
“Bareke l-lah” xewş bezî espê qul e
Zulf û biskan pir ji min dil bir belê
Rişteya canê Melê ew kagul e
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.