Kürtçe SözleriJi re’na nêgizên tey mest û xwînrîz
Zeman bû ’ehdê ceng engîzê Cengîz
Te canê min divêt ey canê ’alem
Ji min bistîn bi le’lên xwey şekerrîz
Du ’enber bû li şimşadê bi mestî
Vebestin lew hewa bû ’enberamîz
Ji axa asitanê mistekê bîn
Li daxan da bibînim xweş şeba tîz
Tinê Ferhad dizanit lezzeta ’işq
Ko wî can daye şîrînê ne Perwîz
Teb û tabê hezar işkence da dil
Ji şîrazî negahî mestê Tebrîz
Ilahî nêrgiza mey mest û nazik
Ji destê xwar û bedxwahan biparîz
Ko lê têt ew qebayê asimanî
Letîfa şeng û nazik wek belazîz
Sewaşek rêhte dîsa ’alema dil
Bi cadoyê du çeşim fitne engîz
Xebais teb’ e ji ehlê seksirişt e
Yeqîn ew ker ji canan lew dikit bîz
Mela canê te çawan pehlewan kir
Li tayê xemriyan zulfa dilawîz
Ji husna bênişan nadî nişanek
Nişanî ger ji dil nek’ra te perhîz
Mebîn ev ger bi şûret ademî ne
Hemî dar in ji êgir ra kirî rîz
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.