Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Hêvî û Tewqe Dikim Sözleri

Melayê Cizîrî - Hêvî û Tewqe Dikim şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriHêvî û tewqe dikim ez ji xwidana heşemê
Wê nigar û senem û padişeh û muhteşemê

Carinan bendeyê dilşohtiyê mehcûr ve vinêr
Bi lebê le’lê şekerbar û ji ’eynê keremê

Pirsiyarê li me carek bike şîrîndehena min
Ko perêhtîne firaqa te li ser derd û xemê

Er ne hudhud ji Seba bêt û wekî bayê şeba
Dê ji hir kû bigehit dest-i vi peygê heremê

Pirsiyar-i li me bit wer ne xwe mehcûrê xerîb
Dê li kê ’erde bikim vê xem û derd û elemê

Haşa li l-lah ko bikim eşkere van xuşşe û derdan
Wer bisojim ji xemê ’işqê tu ser ta qedemê

Me bi şehrayê wisala xwe derîn tu ji xwidê ra
Wer ne weqt e ko bibîn xerqeê behra ’edemê

Ji gulistana cemala te gulek bête zuhûrê
Ji dinê dê biçitin navê bihişta Iremê

şerha halê xema ’işqa te ji kû tête nivîsîn
Medhê ewşafê cemala te kuca tê reqemê

Wê mecalê ko cemala xwe tecella dikirî
Lazim e secde bibîn ber te di wê gav û demê

Secde bin ber te rewa ye di hemî mezheb û dînan
Kî dibit muşrik û kafir ji wê şêrînifemê

Ger bibim ber te sucûdê di dema keşf û şuhûdê
Mi li dil dê bidirit pertewê nûra qidemê

“Qibletî wechuke fî kullî şebahin we-mesa’”
Bi du ebrûyê te cana dixwirim ez qesemê

Mûyekê ez ji te nadim bi dused Zîn û şirînan
çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê

Te Firing û ’Erebistan û Mecer têk-i standin
Celewê xweş vegerîn, hatiye newba ’Ecemê

Ma ji dîwanê se’adet seh kirî şubhê Melayî
Tu bi navê mi gedayî bikişîne qelemê

Hêvî û Tewqe Dikim şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Ez Nizanim Sebebê Yarê
Şox û Şengê
Derê Meyxaneya Işqê Seher
Nêrgizên Şeng (çep û Rast)
Feleka Etlesê
Dilberê Îro Seher
Ji Remza Dilberê Dîsa
Ji Rena Nêgizên Tey
Muhbetê Mihnet
Çîn Çîn Kirin Zulfên Siya
Aşiq Er Carek
Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)
Pir Meke Israfê
Dil Ji Ilacê Ko Bi Der Ket Mizac
Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
Meşşateyê Husna Ezel
Ey Nesîmê Seherê
Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)
Ewwel Ko Yarê
Ya Reb În Guldeste
Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef
Dilbera Min Seherê Hat
Hê Di Ber Qalûbelayê

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.