Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Şah Bi Qesda Kuştina Min Sözleri

Melayê Cizîrî - Şah Bi Qesda Kuştina Min şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe Sözlerişah bi qesda kuştina min rim hejandin bêsebeb
Da me çeşmê qehr û xeşmê rim li dil da go edeb

Kuştiyên dîdar û dînê bêxeta her deh sed in
Her seher dîsa ji nû wên têne kêrê sed celeb

Dê ji çerxê pencumîn bêtin tenezzul kit Merîx
Mislê şemsê ger kişînîtin li wan tîxên xedeb

Her mecala ew di cengê bêt û ret her carekê
Rast û çep dê bêxitin sed sed bi mizraq û qeşeb

Ristem û Cimşîd û Xalid, hemze yan şêrê ’Elî
Aferîn ya şehsiwarê tirk û rimbazê ’ereb

Lê li tolê asitanê çix bi wan le’lan kirin
Dergehê fethê vebû îro li mehcûran ’eceb

Bendeyê sadiq seher amancê reştûzên xwe kir
Min bi qewlê dijminan dit ber xedengan bêsebeb

Leşkerê qehr û xeman wê çûn hişara dil bikin
Ke’be û Beytu l-heram e lê bi nûr bêtin receb

Suftiyên pir le’l û mircanan bi mujganan heta
Dîde rewşen bûn bi dîna dêmdurê sîmînxebeb

Ê vi xudrî ra divêt ava heyatê bit nesîb
Dê bi se’y û cehdê yeksan bin li bal wî roj û şeb

Xidmeta pîrê muxan dê kit kesê meqşûd e mey
şîşe û cama zucacê ê divêt dê ret heleb

Cewrê hindî dê kişînit her kesê tawûs divêt
Gewher û durra yetîm bê terk-i ser têtin teleb

xefletî ew keşşifî şîr dest bi dest hatin ceger
Go xebînet’ya Mela miskîn me lê ker kir kezeb

Şah Bi Qesda Kuştina Min şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Ser Didit Abi Kewserê (Zulf)
Peyweste Du Ebrû
Latê Husn î û Şehê Xuban î
Ko Işaret Bi Bişaret Bidirit Nexmeya Çeng
Muhbetê Mihnet
Qelbê Me Şubih Zêr
Feleka Etlesê
Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
Heyheya Reqs û Semaya Te
Îd e û Da Alemê Bangi Şefayê Xas û Am
Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)
Serê Zulfa Te
Ewwel Ko Yarê
Îd e û Herkes Ji Dîdara Te
Ellah Sehergaha Ezel
Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)
Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Dilberê Serdarê Xwiban
Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e
Umrê Dayi Bû Me (Ebes)
Remzek Ji Nesîmê
Hê Di Ber Qalûbelayê
Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
Dilbera Min Seherê Hat

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.