Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Sirrê Wehdet Sözleri

Melayê Cizîrî - Sirrê Wehdet şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriSirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed
Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu ’eded

Di qidem da ezel û ’eynê ebed herdu yek in
Sermediyyet we dixwazit ne ezel bit ne ebed

Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî
Bi heqîqet ko yek in herdu çi wahid çi ehed

Yek e derya tu bizan qenc-i çi mewc û çi hebab
Di esil da ko hemî av e çi av û çi cemed

Afitabê ehediyyet di xwe da girtiye kewn
Ne ko ’ewrek heye lê girtiye çehvên me remed

Husna zatê but û latan ji cemala semed e
Ji misala senemê we ko tecella ye semed

Xeyrê derya niye sehra bi heqîqet emma
Ji rûyê keyf e ko ev ave bûyî şubhê zebed

Kulle yewmin huwe fî şe’nin nebî xafil-i jê
Her peyapey ji şu’ûnan dikirit feyd û meded

Ger di Adem bidiya sirrê ’ilim Iblîsî
Hînema ebserehu kebbere hînen we-seced

çi zeman û çi mekan û çi cihat û çi hudûd
çi meqadîr û tefasîl û hisab in çi ’eded

çi munafat û luzûm in çi qiyas û çi misal
Ev çi tewlîd û çi terkîb e çi rûh in çi cesed

Ser bi ’iczê didirit quwwetê derrake-i ma
Rece’e l-’eqlu kelîlen we-meta qame qe’ed

Hîret û ’icz e serencam-i di babê nezerê
Key bi xaliq nezerê qasirê mexlûqê resed

Guftûgoyê me’rifet çendî Mela peyda bikî
Gewhera me’rifetê nagihetê kes bi xired

Sirrê Wehdet şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Xanê Xanan
Îro Ji Şehkasa Surê
Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Nêrgizên Şeng (çep û Rast)
Me Lew Fincan Li Ser Dest e
Dil Yek e (Bes)
Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)
Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
Ey Nesîmê Sibehê
Newaya Mutrib û Çengê
Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)
Îro Ji Nû Pir Ateş Im
Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)
Latê Husn î û Şehê Xuban î
Îro Ji Husna Dilberê
Şah Bi Qesda Kuştina Min
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
Were Canim
Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)
Hê Di Ber Qalûbelayê
Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
Ko Işaret Bi Bişaret Bidirit Nexmeya Çeng
Ger Bidiya Ew Senema Surcemîl
Ger Ji Wê Horîsiriştê

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.