Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil Sözleri

Melayê Cizîrî - Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriDîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muştaqê xemra al e dil
Lê xweş-i anîbit mizac

Saqî ko dêm mehweş bitin
Kagul ji şêva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê bi wê dil kîn ’ilac

Da em bi wê dil hey bikîn
Pê sîne dax û key bikîn
Sed menzilan pê tey bikîn
Ew dê di seyrê kit rewac

Bê nûr û narê muhbetê
Bê neqş û sun’ê qudretê
Naçîn meqamê wesletê
Nûrun lena we- l-leylu dac

Ev narê sîqala dil e
Da’im li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e
Weqtê hilêtin ew sirac

Hetta bi nûra badeyê
Rengîn nekî seccadeyê
Dûr î ji wê şehzadeyê
Durdaneya gerden ji ’ac

Durdaneya gerden bilor
Reyhan ji ser werdên di Cor
Hey hey bi mestî têne dor
Xala li nik ferqê bi tac

Mihra te pir ebter kirîn
Xalan ji ber biskan derîn
Zulfa muselsel ’enberîn
çîn çîn ji çînê tête bac

Tenha ne Kurdistan didin
şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin
Ji Espehan têtin xerac

çehvên belek qewsên helek
çerx û felek xalib melek
Fî hubbiha ’umrî delek
We-l-hubbu yecrî fî ’ucac

şahid hezar reng xemmilîn
Reqs û sema pê kemmilîn
îro Mela em sed dil în
Saqî werîn cama zucac

Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)
Şebê Qedrê Li Me Rewşen Ke
Mehbûbê Bi Dil Bit
Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez
Nazikek Min Seherê Dî
Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
Ey Şahidê Qudsî
Hê Di Ber Qalûbelayê
Mizgîn Ji Me Ra
Dilber Şikêna Şekerek
Were Canim
Îro Ji Derba Xencerê
Tu Sehergeh (Hudûs)
Xwîn Ko Ji Dil Bi Mewci Bêt
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
Destê Qudret
Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)
Îd e û Herkes Ji Dîdara Te
Remzên Te Di Canan
Îro Ji Nû Pir Ateş Im
Ji Remza Dilberê Dîsa
Xema Işqê Perêhtim Ez
Dil Ji Ilacê Ko Bi Der Ket Mizac

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.