
Kürtçe SözleriGer bidiya ew senema surcemîl
Nazilê erdan nedibû Cebre’îl
Min nezerek li husn û cemala te kir
Ayîne yek dî mi ji nûra celîl
Lew ji lebê le’lê te can bû xecil
Badeyê engurî kuca selsebîl
Dêl me hezar in te di bendê welê
“Leyse lena ’enke mecalu bedîl”
“Ma ena wehdî bike min muxremin
Kem leke qeblî şexefen min qetîl”
Dar û derdê mi tu yî canê min
“Hel bi-siwe l-weşli şifa’u l-’elîl”
sebr û sukûn çûne me nêv Dicle da
Lew ji du çeşman me dizêt ab-i Nîl
Bes ne mi sed çeşme ji çeşman dizêt
“Mezce demin dem’u ’uyûnî yesîl”
Pir me nezer da te ji ser ta qedem
“Qed rece’e t-terfu we-’eqlî kelîl”
Mislê te ma bûne weya ma dibin
Roj ko tecella ye çi hacet delîl
“Qed selebe r-rûhe ’ela xefletin
Iz heceme l-qelbe bi-terfin kehîl”
Gerçi li ber derb û cefan fîl-i bûm
Bê mefer ez mat-i kirim şah û fîl
Can didirim guft-i bi yek bûse de
Lê bibitin le’lê şekerxa kefîl
Gerçi di nêv helqeya şêran im ez
“Leyse ’eleyna li-’idana sebîl”
Zor-i Mela firqetê ebter kirîn
“Inne mine s-sa’eti yewme r-rehîl”

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.