Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Xelqo Li Min Kin Şîretê Sözleri

Melayê Cizîrî - Xelqo Li Min Kin Şîretê şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriXelqo li min kin şîretê
Ew dilbera zerrînkemer
Min dî di halê xefletê
Hat der ji bircê wek qemer

Hat der ji birc û penceran
Dil girt û da ber xenceran
Ev reng e halê dilberan
Lew ’aşiqan xwîn bûn ceger

Qelb û ceger min bûne xwîn
Lewra ko nû der bûn birîn
Ey can were halim bibîn
Wer rûh ji qalib bête der

Canê min er bê ser cesed
Mizgîn bi afaqan resed
’Alem hemî pê bin hesed
Insan û cinn û caniwer

’Alem hemî têk bûne şef
Sey’rîn li şahê min bi xef
Hatin temaşa çar teref
şatir xumar tayên di ber

Hat padişahê pir sipah
Qamet elif dêm şubhê mah
Dad û meded sed ah û ah
Zulf û ’eqarib têne ser

Gestî me xelqo ’eqrebê
Mest im ji şewqa xebxebê
tali’ tinê mi d’kewkebê
îro ’eqarib têne der

îro ’eqarib hate xwar
çû nêv-i baxê gul’izar
Ew buxçeya her lê bihar
Lew bilbilan lê qal û şer

Bê hed ji dil nalî û keyb
Di ew buxçeya ridwanê xeyb
Van naliyan nînin çu ’eyb
Sohtîne em dil bû seqer

Sotin li min cerg û hinav
Werdên di hûr girtî xwinav
Zulf hate ser lê kir bilav
Bayê nesîm weqtê seher

Tirsim muxalif ba detê
Zulfên di dora cebhetê
Rakit qiyam wê sa’etê,
Alem bibit zîr û zeber

Zahir dibêjim pendigîr
Da dil nedî zulfa herîr
şubhê Melê dimînî esîr
Guh dêre qewlê mu’teber

Xelqo Li Min Kin Şîretê şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)
Ya Reb În Guldeste
Şox û Şengê
Tealellah Zehê Husna Mubarek
Destê Qudret
Aşiq Er Carek
Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered
Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
Tu Sehergeh (Hudûs)
Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)
Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)
Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)
Îro Ji Nû Pir Ateş Im
Heyheya Reqs û Semaya Te
Tu Dizanî Bi Xudê Min Tu Xiyal î (Şeb û Roz)
Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)
Meşşateyê Husna Ezel
Feleka Etlesê
Newaya Mutrib û Çengê
Dilberê Serdarê Xwiban
Ji Remza Dilberê Dîsa
Îro Mi Dî Weqtê Seher
Îd e û Herkes Ji Dîdara Te

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.