Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Îro Ji Nû Pir Ateş Im Sözleri

Melayê Cizîrî - Îro Ji Nû Pir Ateş Im şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe Sözleriîro ji nû pir ateş im
Dîsa ji remza dilberê
Mecrûhê qewsê pirweş im
Tîr dane nêva cegerê

Tîr dan ji qewsê eswed e
şehzadeya şîrînqed e
Kuştî ne wek min çendsed e
Wê padişah û beglerê

Wê beglerê pir kuştine
Enguşt bi xwînê riştine
Ma ehlê dil qet hiştine
Sohtîne mislê mecmerê

Lê ez tinê ser ta qedem
Yekser disojim dem bi dem
Wesfên di ’işqê ez çi dem
Nayên hisab û defterê

Wesfên evîn û ’işqehê
Husn û cemala wê şehê
Nayêne şerh û medehê
Ehsen ji neqşê beşerê

Ehsen ji husna dêmdurê
şîrînî û guft û surê
Sed zahid êxistin ji rê
Wê nazik û lebşekerê

şekker di nêv lêvan e wê
Reyhan li dor sêvan e wê
Meş’el di nêv şêvan e wê
Tîsê ji rengê fenerê

Fener niye nûra heq e
Husn û cemala mutleq e
Berq e spêd e û şefeq e
Zuhre we şemsa xawerê

Zuhre we mah û muşterî
Min dîn li dêmê enwerî
Zulfa muselsel ’enberî
Ser daye hewda kewserê

Hewda ji kewser çeşme tê
Ya cih di rewda qudretê
Herdem ji nû wê ser de tê
Xemrî we tayên ’er’erê

Xemrî di reş zulfa herîr
Werbûn li dor bedra munîr
Birca ko hakim lê du mîr
Min dîn li textê kişwerê

Textê di mîr û begleran
Meydanê coqa goygeran
Eslan û cotê meyxwiran
Mey dan şeraba saxerê

Saxer bi dest serxweş we mest
Weqtê sehergeh dest bi dest
Xeflet du begler meyperest
Kuştim bi derba xencerê

Kuştim bi derba keyberan
Gezme w xedenga awiran
Remz û işarat û suran
Dan dil ji nêva pencerê

Dan dil ji ber husna bi nûr
Berqa tecellaya sudûr
Lew sohtîyem wek kohê Tor
Hubb û evîna enwerê

Hubba te ma xweş hiştime
Her roj ji nû ez kuştime
Yekser ji xwînê riştime
Tîr û xedengên Mecerê

Gezmên di şîrîn nazikê
Derbên di wê rimbazikê
çûyîne nêv dil gazikê
Min dad ji zulma dilberê

Dilber çi bêhed zalim e
Carek nekir pirsî li me
Lazim bi halê ’alim e
Lê pir didêrit xederê

Lazim bi qetla min divê
Hêj ev di dil marê şevê
Peykan di cergê da çevê
Bend kir bi şewka ’enberê

Bend kir kulab û penceyan
Dil ma di nêv işkenceyan
Min ah ji dest wan xenceyan
Kok û kubarên dînberê

Remz û surên şîrînleban
Tîroj-i berqên kewkeban
Rêza muselsel ’eqreban
Gerdan li dora qemerê

Min dîn li dor bedra temam
Herfên di mektûb dal û lam
Wê pêşrewê batin revam
Yexma kirim sîmînberê

Sîmînbera neyşekerê
Ew horiya nisbet perê
Bejna şirîn dêmê zerê
Bo ji gulab û mawerê

Bo mawer û şîrînlebê
Wê xob û nûrên xebxebê
Bedra di Birca ’eqrebê
Kengê ji ber perdê derê

Bedra ji qudret lê du nûn
Ew qatila eswed’uyûn
Pir rakirin wê qetl û xûn
’Alem perêht yexmakerê

Herdem bi zulmê we d’sojî
Qelbê ji hubba tey tejî
Lazim dibêm min dê kujî
Kes nîne çîtin mehderê

Kes nîne ret mehder bikit
Bes girtiyan ebter bikit
Xemlê ji zêrê zer bikit
şefqet li yekta biderê

şefqê bi dîdarê xwe kit
Qesta birîndarê xwe kit
şehîdê reşmarê xwe kit
Ê ser li fitla pêşterê

Fitlê siyah marê şevîn
Rêhan bi dor serwan çevîn
Axir bi selwê da revîn
Xef bûn di tayên çenberê

Xef bûn di nêv tora qizil
îlan misalê ser li mil
Kuştîn û jehr avête dil
Hêj kuştiyên remza berê

Kuştîne em şîrînlebê
Tehlîkeşên roz û şebê
Ger ez bibînim ew bi xwe bê
Nakim ji dil hêj bawerê

Ew nazika nisbet gulê
Camek ji kewser da Melê
Mest im ji ber qalu belê
Hetta bi roja mehşerê

Îro Ji Nû Pir Ateş Im şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)
Bi Husna Ehseni
Senemê Ji Qewsê Ebrû
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Dilberê Îro Seher
Ya Reb În Guldeste
Dil Ji Ilacê Ko Bi Der Ket Mizac
Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil
Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)
Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)
Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
Îro Ji Şehkasa Surê
Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
Sirrê Wehdet
Ellah Sehergaha Ezel
Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)
Ey Nesîmê Sibehê
Aşiq Er Carek
Nêrgizên Şeng (çep û Rast)
Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah
Xwîn Ko Ji Dil Bi Mewci Bêt
Mizgîn Ji Me Ra
Îro Mi Dî Weqtê Seher
Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Almanya'da Doktorluk | Firma Diyarbakır | Kürtçe Çeviri | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.