Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Me Lew Fincan Li Ser Dest e Sözleri

Melayê Cizîrî - Me Lew Fincan Li Ser Dest e şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriMe lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû
Numayên min di mir’atê meya safa zelal ebrû

Bi şîrînî bi zîbayî bi reftarî bi balayî
Binê nûnên di tuxrayî li bala herdu xal ebrû

Bila bêt saimu d-dehrî û bila iftarê carek bit
Kesê zanî ji dilber wê xwiya bin her du sal ebrû

Meşî mestane reyhanî dilê min dî di amancê
Reşandî sîneyê tîran bi qewsê her du mal ebrû

Sehergeh zuhresîma wa diçû gulşen bi seyranê
Bi ser çehvên Nişanî da xiramê ew hilal ebrû

Dibên xawerperest î tu nizanin min di keşfê da
Numayên min di şerqê nazika gerdenşemal ebrû

Tinê ma her terazû ne di babê husnê kêşayî
Hilalê xatemê husn in li wê dêmê bixal ebrû

Me cewher ’unsurik xamis numa îro di tali’ da
Di vê teqwîmê insanî li tali’ bûne fal ebrû

Bi zunnara di dêrê da li hindava çilîpayê
Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal ebrû

Di mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê
Didit min terfeti l-’eyni cewaba sed su’al ebrû

Di batin secdegahê min li ber wan herdu ebrû ne
Bi ’eynê taqê mihrab in di ’ilmê ehlê hal ebrû

Eger de’wayê Mûsayî di ’işqê da bikim ca’iz
Mela dayim tecella ye ji wê terha şelal ebrû

Bi şîrînî bi zîbayî çi katib bû we kêşayî
Te’ale l-lah nişan dane we şîrîn ev misal ebrû

Ne şîrîna li derbendê ne mehbûbê Semerqendê
Ne kêşayîn bi vî rengî li neqşê bêzewal ebrû

Nişana qabê qewseynê ko qews avête ebsaran
Di teqwîma tecellayê bi ser lê bûn hilal ebrû

Me Lew Fincan Li Ser Dest e şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered
Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)
Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
Ji Remza Dilberê Dîsa
Serê Zulfa Te
Der Heq Me
Xanê Xanan
Ko Işaret Bi Bişaret Bidirit Nexmeya Çeng
Dilber Şikêna Şekerek
Çîn Çîn Kirin Zulfên Siya
Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Muhbetê Mihnet
Ey Nesîmê Seherê
Lillahil Hemd Ji Yarê Me
Mela Me
Feleka Etlesê
Xeşmê Li Feqîran Meke
Îro Ji Derba Xencerê
Dilberê Îro Seher
Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
Me Lew Fincan Li Ser Dest e
Tealellah Zehê Husna Mubarek
Mehbûbê Bi Dil Bit

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.