Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Nazikek Min Seherê Dî Sözleri

Melayê Cizîrî - Nazikek Min Seherê Dî şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriNazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek
Hor û wildan û perî bûne beşer bûne melek

Wer temaşayê şehîdên xwe ke carek tu binê
“Ehsene l-lahu we-tebarek” ji du çehvên di belek

Sinbilên ter li gulan pal-i bi mestî diderin
Sosinên taze li nisrînwereqan bûne helek

Nazika min ko bi mestî di çemen hat-i xeram
Ji hesed çûne xusûfê meh û mihr-i di felek

Ê ji xeflet te bibînit ko dimînit heyihat
Te bi çehvên di belek kuştine mezlûm-i gelek

Zerreyek ’işqê giha kê we ji ’eqlê xwe nebir
“Kullu men şadefehu dahiyetu l’işqi helek”

Xwisroyê ’işqê ko rûniştî li ser textê wucûd
“Fetehe l-qelbe ’ele l-fewri we-li r-rûhi melek”

We çi ’işq û çi selamet herdu dûr in ji yekê
“Kullu men yesluku hubben subule n-nari selek”

Ah-i bêgavê ji dil tên me ji pêta di ceger
Bes tu bêfeyde neşîhet ke me dil bûye pelek

Ma ji ’umrê me çi mabit were êdî vi me ra
Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyr-i melek

Di ’stiwa’ê ko ji husna te veda lami’ekê
“nezeru ş-şemsi mine ş-şerqi ile l-xerbi delek”

Afitabê ko ne teşwîr-i ji husna te bitin
“Nûruha fî nezerî zulmetu dacin we-helek”

Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik
çi ji biska te bibêm ah-i ji biska te çelek

Ez ji zulfa te veristim mi teleb kir lebile’l
Lê di çaha zeqenê bê ser û pa çûme helek

Bi umîda te homayî ne Melê tor-i veda
Wer temaşayê cehan bûye hemî tor û şebek

Nazikek Min Seherê Dî şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Umrê Dayi Bû Me (Ebes)
Feleka Etlesê
Dilberê Serdarê Xûban
Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)
Sebahul Xeyrî Xanê Min
Were Canim
Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Ger Ji Wê Horîsiriştê
Latê Husn î û Şehê Xuban î
Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah
Xelqo Li Min Kin Şîretê
Xeşmê Li Feqîran Meke
Ko Işaret Bi Bişaret Bidirit Nexmeya Çeng
Îro Mi Dî Weqtê Seher
Heyheya Reqs û Semaya Te
Ji Remza Dilberê Dîsa
Tu Sehergeh (Hudûs)
Şox û Şengê
Îro Ji Şehkasa Surê
Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
Ismê Te Ye
Remzên Te Di Canan
Dilberê Serdarê Xwiban

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.