Kürtçe SözleriDîsa li bedrê katibî
Kêşa ji nû jengarê xet
Nûr e reşandî wahibî
Dergerdişê pergarê xet
Herfên ji qudret nuqte pur
Madarê hewda le’l û dur
Evreng-i kê dî we bi sur
Qudret numûn zengarê xet
Ew çîçekên şetrî şibêht
Ef’asifet qelbê me mêht
Selwa ji balayê we rêht
Ev perdeya gulnarê xet
Neqş û nigarên dilberan
Dercên ji remzên esmeran
Her tên ji dest neyşekkeran
Me j’gulşena ferxar-i xet
Mi j’destxeta terhên şelal
Xal û xetên nûra zelal
Danî di şendoqan li bal
Malê me sed qentar-i xet
Bergên gula reyhaniyê
Katib numûçek daniyê
Kes dî bi vê şîraniyê
Der şen’etê cebbar-i xet
Reyhan û sinbil tê hene
Sed çîçek û gul tê hene
Zerbav û bilbil tê hene
Ew bexçeya gulzar-i xet
Gulçîçek û neqşên xerîb
Nesrîn û reyhanê ’ecîb
Lê rast û çep bûyîn şelîb
Cedwelkeşên zunnar-i xet
îro seher tuxra nişan
I’rab û herfên zerfişan
Hatin digel bayê şeban
Me j’canibê dildar-i xet
îro berata Ehmedî
tuxra nişan zerkeş me dî
Xettê Humayûn kê we dî
şîrîn û me’nadar-i xet
Ellah di ber qal û belê
Da yexme kit qelbê Melê
Avêhte çerxê cedwelê
Evrenge ’enberbar-i xet
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.