Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep) Sözleri

Melayê Cizîrî - Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep) şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriLew seher cewlan didit bayê şebayê rast û çep
Sosin û sinbil bi mestî bên semayê rast û çep

Da ji mihraba du nûnan secde bit Eswed-hecer
Dil bi mîzan mahê new ebrû numayê rast û çep

Dil ji biska filfilîn bû fir dida xala siyah
şehperê zulfa şepalê dalê dayê rast û çep

’Alemek wêranê zulfên te ji rengê ’enberê
çerx û perwazê didin carek li bayê rast û çep

Xencer û tîr û teber barîn şubih berq û birûsk
Misriyan lami’ ji elmasan didayê rast û çep

Teyrik û ’iqd û şerab û netrik û berg û wereq
Her bi lerz û cezbeyên yaqûtê tayê rast û çep

Bişkoyên benda girîbanê ji rengê kewkeban
Berq û tîr û jîn ji Xwirşîdê vedayê rast û çep

Kewkeb û qewsê qezeh lû’lû’ê benda heyderî
Tên tewafa zulf û xalên dilrubayê rast û çep

Dil dixwînit zulf û xalan dêm û balayên ji nûr
Her bi qanûn mujdeya xeybê ji nayê rast û çep

Zengiyan cewşen vebestin pêşberê coqa hebeş
Daberistin yek bi yek çûn ber liwayê rast û çep

çingaçinga bişkowan awaz û dengê zergowan
Sed melayik guh didin ber wê newayê rast û çep

Lew ji ’işqa wê dinalin bazin û berg û wereq
Cezbeya dil min ji remza wan gihayê rast û çep

Zuhre û ’iqda sureyyayê di şerqê keşşifîn
Leyletu l-qedrê ji mexrib perde dayê rast û çep

Zuhrerengê Mah û Xwirşîdê ji bala wê numa
Lew du kewkeb çûne vê ra istiwayê rast û çep

Bête eywanê ji xelwê horiya qudsî-sirişt
Sed hezaran hor-i qudsî tên liqayê rast û çep

Ma Melayî ez lebê le’l ab-i heywan bit nesîb
Qudsiyan ragirtiyin destê du’ayê rast û çep

Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep) şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Îd e û Herkes Ji Dîdara Te
Ey Şahidê Qudsî
Ya Reb În Guldeste
Meşşateyê Husna Ezel
Qelbê Me Şubih Zêr
Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef
Ey Şehinşahê Muezzem
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil
Min Dî Seher Şahê Mecer
Sebahul Xeyrî Xanê Min
Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
Dil Jimin Bir
Mela Me
Nazikek Min Seherê Dî
Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Lillahil Hemd Ji Yarê Me
Ahi Ji Destê Wê
Derê Meyxaneya Işqê Seher
Feleka Etlesê
Newaya Mutrib û Çengê
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
Îro Ji Şehkasa Surê

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.