Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê) Sözleri

Melayê Cizîrî - Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê) şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriKes ned’ye sehergeh ko çi nazikweres î tu
Me j’ belgê gul û nêrgizê sermest-i bes î tu

Zanim ne tinê ko yedê beyda tu didêrî
Wer xweş ke şehîdên xwe ko ’îsanefes î tu

Rûh î tu ne cism î ji cemalê bi çi ismî
Reng-i reng-i tibî keşf û şuhûdê çi kes î tu

Roj î tu li şerq î bi cemala xwe we berq î
Bi l-lah ko ji ser çeşmeyê eqdes qebes î tu

Bi l-lah ji çi nûr î we tecella li çi tor î
Geh geh li seraperdeyê can multemes î tu

şemsa felek î ya melek î hê jî nizanim
Horî û perî ya bi xwe Rûhu l-qudus î tu

Cana ceres û rehberê ’işqa te ez im qet
Ageh bi fixan û herekatê ceresî tu

Ma yek nefesek min dibitin bê tu wucûdek
Dê bê te çi bim hem tu ruh î hem nefes î tu

’Işqa te me go zêrisifet zerd kirîn go
Iksîr e evîna me bi ’eynî we mes î tu

Min go ji nigaran tu gul î bes bişukuh be
Zanim ne muhib her ne kes û xarûxes î tu

Ey horîsiriştê li me xweş meywe te ber kir
Cennat e di wesla te we ateşperes î tu

Min go di şevan şubhê nucûman bi tewaf în
Go ’işwe dizanin bi çi qest û hewes î tu

Min go me bi tîxan vedê nakin ji derê te
Go em ji nebat în we li teb’ê meges î tu

Min go ji kemenda serê zulfa te verestim
Perwazê lebê le’lê me go ger veresî tu

Yekdem venehiştîn te di hamûnê firaqê
Bê hemdemê derdan ko çi firyadres î tu

Min go ji dilê şubhê bixûr xweş te bi ker kir
Ker kir bi du le’lên xwe şeker go ’edes î tu

Min go li rexan în neko kecrew weko ferzîn
şah gote mi kiş mat-i li baz-i feres î tu

Min go te divê ser ji reqîbî bibirim ez
Go min diye zanim dibirî jê meqes î tu

Ta çend-i bixef bade binoşî we nefes da
îca bi def û ney were mîrê ’eses î tu

Min go ji qedîm ez meyê ’işqa te dinoşim
Go min ji ’uşaqan ne tinê mey teles î tu

Min go di şevan şubhê şemalan we disojin
Perwanesifet ca here bê şewt û his î tu

Min go beşer û quwwetê sem’a mi tu yî go
Zanîn te em în rûh û mucerred qefes î tu

Te ji zulfê butan şihhet Mela reştir e tali’
Yarê te seher bêt û biret pê nehesî tu

Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê) şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Îro Mela Serapa
Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez
Dilberê Serdarê Xwiban
Dilber Şikêna Şekerek
Mela Me
Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê
Feleka Etlesê
Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)
Senemê Ji Qewsê Ebrû
Peyweste Du Ebrû
Neyşekera Gerden Ji Ac
Dilbera Min Seherê Hat
Dil Jimin Bir
Me Lew Fincan Li Ser Dest e
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Îro Ji Şehkasa Surê
Ey Şehinşahê Muezzem
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
Ji Mabeyna Du Ebrûyan
Dilberê Îro Seher
Nazika Min
Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)
Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Karikatür | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Çeviri | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.