Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê Sözleri

Melayê Cizîrî - Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriSenema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê
Ger ’ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

xerq-i bûm ez di xema ’işqê di weqtê seherî bû
Ko tecellayê cemalê li misalê beşerî bû
Ne ji lewnê beşeran min diye lê dêmê zerî bû
Ez dibêm Rûhê qudus bû bi xwe ya hor û perî bû
Lew bi husn û nezerê remzek ji sirra qederî bû
Xemriyên seyr-i li dêm helqe li dora qemerî bû
sed xedeng dane ceger sîne ji derbê bi kerî bû
Li me êş û eleman zêde ji tîra qeçerî bû
Dil ji me bûye pelek can û cesed têk seqerî bû
Lew me şeb ta bi seher naliye wek muxnî û ’ûdê
senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê
Ger ’ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

nezerek wê beşerê lebşekerê horîsiriştê
Nadirim ez bi mey û kewser û horên di bihiştê
Ê dîyî ew bi xwe carek di’ecîbim ko bi hiş tê
Te ji wan qews û kevanan çi xedeng in di bi weş tê
Ew e min şafî derdan, me çi hacet bi niviştê
Ger bikit husn û cemala xwe tecella di kiniştê
Dibitin Beytê qudus ehlê ziyarat ji hebeş tê
Sîne putxane ye îro me ji dêm û qed û qiştê
Bi dilê sade çi kim ez ko tecella negihiştê
Ew e min qibleyê cebhet di qiyam û di qu’ûdê
senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê
Ger ’ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

Qibleya ehlê dilan ger bikitin keşfê cemalê
Ya tecella ke ji ber tac û peran qewsê hilalê
Kî bi dil kafir e ê sicde nebit cebhet û xalê
Ya nedit şehde bi ayatê di wê weqt û mecalê
Leyletu l-qedr e bi min ew se’et û ’îd e di salê
şefqe kir perde hilanî seherê şox û şepalê
Eyisandîm û ji enwar û surê şubhê şemalê
Meşiha mest û şekerleb bi me da mey ji peyalê
Negiham secde bibim pir xecilîm ez ji wisalê
hadirê berqê li dil da ji tecella we şuhûdê
senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê
Ger ’ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

Rohniya çeşm û çiraya me nizam hêj-i di bîr im
Ko di zindan û hebisxaneyê wê bend û esîr im
Ji xedengên qeçerî sîne tejî gezme û tîr im
Dil di nêv helqeyê zulfa siyeha bû ji ’ebîr im
Têk perîşan lef û şitrîyû we tayên ji herîr im
Tu heyî min di dinê lew di dinê begler û mîr im
Zêr û mal er çi nedêrim te didêrim ne feqîr im
Ji evîna te şepalê di şevan şubhê nedîr im
Ji lebê le’lê şekerbarê te wek şekker û şîr im
Me ji ser ta bi qedem sohtine wek ateş û ’ûdê
senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê
Ger ’ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

Bêhisab şox û şepalê li Melê qehr û xeder kir
Ne em anîne xiyalê ne li halê me nezer kir
Qet nekir şefqe libasê xedebê zêde di ber kir
’Illeta cewr û cefa û elemê cih bi ceger kir
’Elilandîn di firaqê sitemê sîne bi ker kir
Ah-i hetta mirinê ev ji me ra dax û keser kir
Sefera şam û ’Iraqê li me xweş lazim û fer kir
Bi me da jehr û reqîban di devê şehd û şeker kir
Em bûyîn pêt û pereng lew ji wisalê me hezer kir
Nazik û neyşeker û xob û şirîn qedd û hudûdê
Senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê
Ger ’ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Peyweste Du Ebrû
Feleka Etlesê
Çîn Çîn Kirin Zulfên Siya
Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)
Daneyên Enber
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas
Ger Ji Wê Horîsiriştê
Îro Ji Nû Pir Ateş Im
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Ser Didit Abi Kewserê (Zulf)
Newaya Mutrib û Çengê
Latê Husn î û Şehê Xuban î
Şah Bi Qesda Kuştina Min
Meşşateyê Husna Ezel
Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)
Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)
Sirrê Wehdet
Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)
Xelqo Li Min Kin Şîretê
Dilberê Îro Seher
Bi Narê Firqetê Sohtim
Turreya Tabidarê

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Almanya'da Doktorluk | Firma Diyarbakır | Kürtçe Çeviri | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.