Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Destê Qudret Sözleri

Melayê Cizîrî - Destê Qudret şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriDestê qudret ko hilavêt ji bejna te niqab
Bi cemala ceberûtî me neman perde û hicab

Li gulên tey ter û nazik ko seher girtî xwinav
Di ebarîqê qinînan ji hesed şohtî gulab

’Eynê kafûrî ye meşreb me ji husna te ye şaf
Lew ji ’işqa te di dil da me vebû ’ilmê ’ubab

Me ji ser çeşmeyê heywan qedehek şafî vexwar
Nagihî lezzet û zewqa me bi sed cildê kitab

Lew di çengê me dixwînî ko di ’işqa te bi saz
Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab

Qehweya telxê digel zehra helahil biderî
Me ji destê te mubarek şekeramêz e gulab

Qulzemê ’işqê ji bayê xwe muxalif demekê
Di hemamatê ’ecacê me li ser destê xirab

Seherê Xudrê ’inayet ko birîn çeşmeyê dil
Bi cehanê me nezer da ko cehan ’eyn-i serab

Bi hebabê mebe mexrûr wihe sergeşte Mela
Ba vi ber keftiye wê beyhude sergeşte hebab

We ye hudhud ji Seba bêt û bizanîn çi ye hal
Ko li halê me xerîban ne su’al û ne cewab

Herdu birhên te ne mihrab-i çi îman û çi kufr
Bûd û nabûd ko yek in ev çi sewab û çi ’iqab

Were nîşanê Nişanî de xwe bêperde seher
Lê ji xwînê bike perhîz ko şehîdan çi hisab

Destê Qudret şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Umrê Dayi Bû Me (Ebes)
Îro Ji Nû Pir Ateş Im
Muhbetê Mihnet
Min Dî Seher Şahê Mecer
Ger Ji Wê Horîsiriştê
Feleka Etlesê
Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef
Derê Meyxaneya Işqê Seher
Dil Jimin Bir
Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
Meşşateyê Husna Ezel
Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)
Şox û Şengê
Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê
Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)
Dilberê Serdarê Xwiban
Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)
Turreya Tabidarê
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Ey Şahidê Qudsî
Neyşekera Gerden Ji Ac
Ahi Ji Destê Wê
Şah Bi Qesda Kuştina Min
Îro Ji Şehkasa Surê

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.