Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Ger Ji Wê Horîsiriştê Sözleri

Melayê Cizîrî - Ger Ji Wê Horîsiriştê şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriGer ji wê horîsiriştê ’işweyek izhar-i bit
Dê bibit narê Xelîli l-lah û dojeh sar-i bit

Wer ji ber perdê yedê beyda bi mu’ciz bête der
şems û kewkeb dê hilên ’alem tejî enwar-i bit

Wer ji ’eksa xemriyan qewsê qezeh dit yasemîn
Dê gul û reyhan bibarin têk û têk gulzar-i bit

şem’-i dê can dit ji şewqê bête ber şubhê nefes
Narit axir ger bi mûyek behsê zulfa yar-i bit

Silsila behsê ji xwîna dilber an zulfa biçîn
Dê xeta bit navê misk er nafe’ê tatar-i bit

toqê gerden helqeyê zunnarê zulfa yarê min
Dê kilîta kelbê ’işqê helqeya zunnar-i bit

’Eqdê ihramê di ’işqê da ko pîrê ’işqê best
Dê çi xem ger xerqe rehnê xane’ê xemmar-i bit

Gezmeyek qewsê şevên ’aşiq bi nîva dil kevit
Dê ji can destan bişût xasma kevan nûbar-i bit

Wer ji qewseynan bi mîzan bêne der cotek xedeng
Dê ceger bit pare pare sîne tar û mar-i bit

Xwîn ji mîlakê bi derba xencerê ger bête der
Bo şehîdê ’işqê êdî dê ji kû hişyar-i bit

Dê ji wan le’lan şifayê dil bi qanûn telbe kit
Da işaret xweş bikin herçî kesê bîmar-i bit

Bilbilê mecrûhê ’işqê taqeta xaran nihin
Dê kulafa rîşê sîne bişkowek bêxar-i bit

Her dilê bazîsifet dê şeydê teyxûnek we bê
Firr û perwazê humayî penceyê şûnqar-i bit

Yar-i dê hakim bitin qewlê reqîban guh nekit
şahê mulkê dilberî dê fa’ilek muxtar-i bit

Dil bi zulmê nasojî, xenc û xet û xal in di dil
Xeyrixwahên dewletê mîrî ji wan guhdar-i bit

Teyrê dil bê tem’ekê nayête dest şehzadeyan
Qûşçiyê şahîn di destê wî di bêazar-i bit

Bende’ê Baxwey bivêt dê meylê sîm û zer nekit
Da ’etaya padişahan bê hed û ijmar-i bit

Sar dibit dil ma bi sed cewr û cefayan zerreyek
’Işq-i teb’etnar e hingî dê biçit dijwar-i bit

Leşkerê ’alem meger yekser te dijmin bin Mela
xem bi mûyek nakişînî ger te dilber yar-i bit

Ger Ji Wê Horîsiriştê şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Îro Mi Dî Weqtê Seher
Dilberê Îro Seher
Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)
Mey Nenoşî (Xelet)
Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)
Xanê Xanan
Sebahul Xeyrî Xanê Min
Senemê Ji Qewsê Ebrû
Peyweste Du Ebrû
Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef
Sirrê Wehdet
Tu Dizanî Bi Xudê Min Tu Xiyal î (Şeb û Roz)
Heyheya Reqs û Semaya Te
Dil Yek e (Bes)
Me Lew Fincan Li Ser Dest e
Mizgîn Ji Me Ra
Min Dî Seher Şahê Mecer
Ger Ji Wê Horîsiriştê
Remzek Ji Nesîmê
Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez
Îro Ji Nû Pir Ateş Im
Muxbeçeyên Meyfiroş

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.