Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef Sözleri

Melayê Cizîrî - Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriMin dî ji xef -let cam di kef şahê Necef dil kir hedef
Roj hat şeref stêr bûne xef herçar teref nûra yeqeq

Zulmet nema suhbet we ma nûra şema -lan çû sema
Lê ew dema zulf bûn cema hatin sema -yê yek neseq

Werdan gulav girtin xwinav lê min di tav sohtin hinav
Min dî bi çav zulfên bilav lê bûne dav bend kir bi nav

Nûra beşer guft û xeber qend û şeker zulfan ji ser
Xalên di qer bavê seher da bête der şubha bi heq

Mi ji bihriyan pir naliyan şev tariyan ceng bû meyan
Wer kuştiyan ji wan yengiyan bi wan tiliyan xweş ke giyan

Kir şefqe mîr anîme bîr berdan mi tîr kirme esîr
Neg’ha feqîr zulfa herîr avêhte şîr da pê meheq

Ê muşterî dêmê zerî nebir serî ney can berî
Avêt serî gava berî lazim herî wê ev perî

Kelbê di rê nîşan berê tîrawirê mijgînperê
Behr û berê ’işq û surê avêhte rê ser ma qeleq

Min dî di new -bê yarê tew sundus e ew bêm bêderew
Min bû di qew -sê boyî ew şêvan mi lew nayême xew

Hêstir rewan tên wek coyan tîr dan ewan reşebriwan
Dil wek goyan ber kaşowan ser lu’lu’an bergên wereq

Bejna şepal dêmê bixal i’rab û dal qewsê hilal
Neqşê celal cama zelal xemra helal suhbet bi hal

Ez telbeya ava heya tê bûn teya ki j’badeya
Cama xwiya bo ’işweya yar lew peya -pey tên sebeq

Canê Melê ji qal û belê bend im welê der kagulê
Belgên gulê rû heykelê ew miske lê carek hilê

Perde û sutûr da bêquşûr bêtin zuhûr dêmê bi nûr
Nûra xefûr xalên di hûr cama tehûr le’lên şefeq

Yar hat û mest şubha elest min dest bi dest dî cam di dest
Kagul dibest tayek verest vê ra şikest nîşan e qest

Ew lebşeker wa hate der rabû ji ber tayên di ber
Xalên di qer zulf çûne ser eslan seher lê bûn fereq

Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Tu Sehergeh (Hudûs)
Bê Lebê Lelî Mela (Çi Hez)
Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)
Derê Meyxaneya Işqê Seher
Dilber Şikêna Şekerek
Hê Di Ber Qalûbelayê
Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
Muxbeçeyên Meyfiroş
Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Destê Qudret
Ellah Sehergaha Ezel
Remzên Te Di Canan
Min Di Ber Qalû Bela
Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil
Heyheya Reqs û Semaya Te
Cana Ji Cemala Te
Îro Mela Serapa
Dilberê Serdarê Xûban
Îro Mi Dî Weqtê Seher
Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef
Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Karikatür | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Çeviri | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.