Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Ey Şahidê Qudsî Sözleri

Melayê Cizîrî - Ey Şahidê Qudsî şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriEy şahidê qudsî veke bendê ji niqabê
Ta çend-i we sergeşte bimînin di hicabê

Biskên ji herîrê tu ji nû mawerê lê ke
Zulfên ji ’ebîrê şe ke bavê xem û tabê

Qiştên di xwe çîn çîn bide ber misk û zubadê
Tayên di ’işabê bireşînin bi gulabê

Her yek bi hezar reng-i li bejna te sema tên
Xemrî û lef û şitrî û tayên di ’işabê

Min can yedê beyda ye ji ’îsa çi xeber dim
Min ateşê Mûsa diye gulnar-i şerabê

Minnet ko ji bextê xwe we tali’ bi nesîb im
husna te ye îro ji me ra çûye nişabê

’Işqa me ji ber mewc û ’ecacê bûye derya
Wê zîr û zeber kit me bi dest hind û xurabê

Ne çerxê sipihrê ji hewaya te we mihrê
Sergeşte ne ew têk vi me ra şubhê hebabê

Wek ba dilezînî tu kimêdî dibezînî
’Umrê me ’ezîzî bi xwidê bes ke şitabê

Ya pê bi ziyaret bi me de ya serê enguşt
Destê xwe me avêtiye bêçare rikabê

Min rê ji serabê bi şerabê bir û munkir
Hetta bi ebed teşne ceger ma di serabê

Serpoş û qibaba me ye tesbîh û muşella
Wer da bidirînîn li xwe vê perde û niqabê

Li l-lah were saqî bi du caman me ciwan ke
Mutrib bi defê ra bide sêgah û şebabê

Wer guh bide nayê ko şirînqed di semayê
Pir hel kirine mes’ele vê feslê xitabê

Cama ne şekerleb bi me dit ’eynê heram e
Fetwa we numa haşiyeya şerha-lubabê

Muftî me ney û nay e we ney qewlê qedîm e
Bawer te nehin guh bide ber çeng û rebabê

Nerda me çi bazê binumîtin me ji sazê
Bendên di su’alê we kuşadên di cewabê

Ez çûme serayê ko şirînqed di semayê
Go ev ne Melayê me ye bêperde bila bê

Ey Şahidê Qudsî şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Ez Nizanim Sebebê Yarê
Îd e û Herkes Ji Dîdara Te
Hêvî û Tewqe Dikim
Dilbera Min Seherê Hat
Min Di Dil Kovan Hezar In
Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)
Ya Reb În Guldeste
Ey Şehinşahê Muezzem
Pir Meke Israfê
Destê Qudret
Me Lew Fincan Li Ser Dest e
Heyheya Reqs û Semaya Te
Şah Bi Qesda Kuştina Min
Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e
Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)
Tu Sehergeh (Hudûs)
Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
Were Canim
Îro Ji Şehkasa Surê
Turreya Tabidarê
Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil
Tealellah Zehê Husna Mubarek
Muxbeçeyên Meyfiroş
Xwîn Ko Ji Dil Bi Mewci Bêt

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.