Kürtçe SözleriPeyweste du ebrû li me mehbûbê kişandin
sed gezme peyapey li ezê xeste reşandin
Tîrek ji kemanê xedebê da cegerê rîş
Mil dane ber û ser ji du goşan veweşandin
Cohtê esedan pence li ser sîne nihandin
Kullab-i gihandin dil û hestî herişandin
Birhên te ji qudret ko numan goşeyê i’caz
Peyweste kemanan li guhan goşe kişandin
Mihra te di canê xwe ji dil xef kiribû min
Dil çû ceger û sîne li ser canî ve şandin
Nûnên te hilalê bi qeran yek ji sura heq
Bê ’eyb-i li dêmê qelema xeybê kişandin
Neqqaşê ezel ismê cemalê ko nivîsî
herfên te mucessem ji surê taze reşandin
Reyhanî û dîwanî û hem suls û muselsel
Yek yek we hezar reng-i ji husnê neqqişandin
Ev ayeta nûrê ji Mela ra ko nivîsî
Katib ji surê nuqte bi zêrabê feşandin
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.