Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Min Di Ber Qalû Bela Sözleri

Melayê Cizîrî - Min Di Ber Qalû Bela şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriMin di ber qalû bela batin vi wê ra bû evîn
Hêj li ser ’ehda elest im ta bi roja axirîn
Min divê lê eşkera kim carekê daxa nihîn
Guftim ew ra ma du’ago yî tu em ey hor-i ’în
“E’redet ’ennî we-qalet ma du’au l-kafirîn”

Ey şehê ’alîcenab pir ’aciz û perkende em
Ah ji dest cewra evînê çi bikirim min bende em
Sebr û taqet min neman lê bêkes û dermande em
Ger bixwanî wer beranî bende em ta zinde em
“Wacibun lî imtisalu l-emri maza te’murîn”

Sohtim ez pêta evînê têk bûwem gird û heba
“Inne lî ayati sidqin kane fî haze n-neba”
Horiya roja liqaê nazika mexmûr qeba
“Hebbeza rewdatu necdin zurtuha ’ehde s-siba”
“Rewdetun yecrî ’ela erca’iha ma’un me’în”

Min li ser bedrê munîr mektûb diye neqşê sewad
Ser bi yek anî du nûnan xettê reyhanî du sad
Hadirî min secde bir lew xerqê xwînê bû fiwad
Ber derê baxê wisaleş hatifê awaz-i dad
“Hazihî cennatu ’ednin fe-dxulûha xalidîn”

Naêtin gohtin bi qal şerh û beyana husnê tu
Dê bi hal û sir binasin dilfesana husnê tu
Xweş Mela amancê tîran kir kemana husnê tu
Qisseê ’işqa celal û dasitana husnê tu
“Tilke enba’un yeqûlu n-nasu minna be’de hîn”

Min Di Ber Qalû Bela şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Dilberê Serdarê Xûban
Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil
Latê Husn î û Şehê Xuban î
Peyweste Du Ebrû
Hêvî û Tewqe Dikim
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Bi Narê Firqetê Sohtim
Xanê Xanan
Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)
Dilberê Îro Seher
Min Dî Seher Şahê Mecer
Mehbûbê Bi Dil Bit
Xelqo Li Min Kin Şîretê
Heyheya Reqs û Semaya Te
Destê Qudret
Ji Rena Nêgizên Tey
Tu Dizanî Bi Xudê Min Tu Xiyal î (Şeb û Roz)
Îro Mi Dî Weqtê Seher
Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez
Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Nazika Min
Tealellah Zehê Husna Mubarek
Ey Şehinşahê Muezzem

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.