Şiir Ekle

Melayê Cizîrî - Hê Di Ber Qalûbelayê Sözleri

Melayê Cizîrî - Hê Di Ber Qalûbelayê şiirinin Kürtçe sözleri...
Melayê Cizîrî

Kürtçe SözleriHê di ber qalûbelayê belko ev ’alem nebû
çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû

’Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê heq bû istiwayê lami’a ’işqê hebû

Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel
’Aşiq û me’şûq-i yek bûn şem’ û hem perwane bû

Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew ji yek
Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû

Yek di zatê surşirînan bû cemal û husn û sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû

’Aşiq û me’şûq-i el-heq herdu mir’atê yek in
Lew di eslê cem’ê da eslê qedîm ayîne bû

Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin
Cehdeya bê’işq û hub çendî ko kir bêfeyde bû

Salikên ’işqê yeka yek hewce nînin ez bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû

Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû

Ê birî ’eynê beqayê badenoşê ’işqê bû
Ê bûyî mehwi-fenayê ’aşiqê bêçare bû

Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat
Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû

Awirên eswed’uyûnan ’aqilan sewda dikin
Gezmeya ’aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû

’Aşiq û me’şûq-i da wasil bi yek bin bêhicab
Mehw-i bû bi-z-zati ’aşiq lew di ’işqê perde bû

Lew di ’işqê da fena bû da bibit baqî bi dost
’Aşiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû

Nuqteyê ’ilm û sewadê herf û neqşê ’alemê
Ser didin me’nayekê eslê sewadê nuqte bû

Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e
La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû

Herçi de’wayê di ’işqê da Melê sabit kirî
’Eynê de’wayê di nefsi l-emri dîsa şehde bû

Hê Di Ber Qalûbelayê şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Melayê Cizîrî Şiirleri

Mey Nenoşî (Xelet)
Xwîn Ko Ji Dil Bi Mewci Bêt
Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)
Senemê Ji Qewsê Ebrû
Sebahul Xeyrî Xanê Min
Ji Mabeyna Du Ebrûyan
Hêvî û Tewqe Dikim
Dilberê Serdarê Xûban
Nazika Min
Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Ger Bidiya Ew Senema Surcemîl
Ahi Ji Destê Wê
Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah
Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)
Şox û Şengê
Muxbeçeyên Meyfiroş
Newaya Mutrib û Çengê
Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)
Xelqo Li Min Kin Şîretê
Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)
Ey Şehinşahê Muezzem
Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered
Îro Ji Nû Pir Ateş Im

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.