Kürtçe SözleriIsmê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da
Herfek qelemê ’ilim bi teqwîmî reqem da
Eşkal û xetên da’ireya nuqteyê ’ilm in
Ev neqş û misalên di xiyalatê ’edem da
Mîm metle’ê şemsa ehed ayîne sifet kir
Lami’ ji ’ereb berqê li fexxarê ’ecem da
Da şahidê esma bi hemî wechî binasîn
Yek mestê semed kir bi yekê neqşê senem da
Yek girtiye zulfê we yekê xalê nima’î
Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da
Erwahê muqeddes şebê qedran te dixwazin
Nûra te ye misbah-i di qendîlê Herem da
Da weqtê liqayê bi te hey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da
Yaqûtifiroşan di kef elmas-i şikestin
Ev sefheya elmas-i ko neqqaşî reqem da
Ya reb ji çi rû leb bi senaya te kuşayem
Subhaneke len uhsiye fî şe’nike hemda
Minnet ji Xudayî ko bi ebdê xwe Melayî
Iksîra xema ’işqê, ne dînar û direm da
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.