Kürtçe SözleriYar-i me pir nîşan û sir sîma ji dur dêm kewkeb e
Ew lebşeker nazikbeşer cebhetseher kagulşeb e
Şebkagul e xalfilfil e çînsinbil e dava dil e
Min xefletî dî qibletî wek mah ditî -sa xebxeb e
Min dî bi xef suhbet bi def şahê Necef fincan di kef
Nûnên ji Yeng berdan xedeng wê pir ji teng şîrînleb e
D’anî zuhûr dêmê bi nûr xalên di hûr cama tehûr
Saqî werîn cama zerîn ew surşirîn cam meşreb e
Xal û xetê şoxqametê me ji vê kitê -b û destxetê
Herdem ji new dil feyd e ew ev ’işq û sew -da mewheb e
Min bêqedar ev sir veşar ’işqa xedar şohtî sitar
Mihra butan xal û xetan şendûqexan û meqleb e
Dêmê bixal ew nûn û dal ismê celal bejna şepal
Yekta elif nayê weşif min ’eqlê tif -lî mezheb e
Hetta nemam salik temam şîrînkelam ma da me cam
Bê cehdê qet tên emr û xet herçi ko met -leb menşeb e
Dermande yim heyran te yim pîrane yim xweş bende yim
Zaza bi sir dil j’êm vekir derheq me pir erzan mebe
Bergên gulê ew misk e lê hûr hûr welê derheq Melê
Bêperde û xweşme’de û yekwe’de û pirşefqe be
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.