Kürtçe Sözlerisal him bi him zeman pîr dikin.
heyv li kevan e geh, geh roj li ava
bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa
dem kal, ez pîrekal, zeman lal
delalê, ji kîşweran payîz e niha!
payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din
kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet
û roj dê raneweste li te bo nebe şev;
roj derew, şev derew, zeman nakeve xew
demsal e ji kîşweran payîz e niha
siltanê herwext e, kî ye ne hêsîrê zeman
qurteke av in kêlî, jiyîn hilmek e bêguman
aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve
ne serî ne binî bi hemînî diherikî li vê
çemek dimiçiqe herhal ji kîşweran payîz e niha!
li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev
deh cild roj, deh cild şev dê bêne ser hev!
li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel?
rûnî bisojîni wan yeko yeko
tû ê temenê min û xwe bisotînî,
t ê rojekê jî venegerînî ji zeman!
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.