Şiir Ekle

Arjen Arî - Hez Sözleri

Arjen Arî - Hez şiirinin Kürtçe sözleri...
Arjen Arî

Kürtçe SözleriLi hezê digerim bi dilekî mişt hez
Nebînim, bi ser ve nebim jî ez
Ez ê ji dû venegerim…
Li hezê digerim, hezeke wusa:
Safî, sebîl… ne miqabili tiştekî…
û henûn henûn, mîna ya mindalekî:
Dibînim heza berxikê l’ dû makê …
Dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê!
Ez ê bi ser ve bim, nizanim…
Ya ku zanim; hez nebe, heyat gwîzeke pûç e.
Hez nebe; jiyan goka li ber devê qalûç e:
Eware eware, derbeder
Li ser kevirekî xwelîser, ji qalûç re qûç e!
Li hezê digerim
Di dilê welatekî de li vî diyarî
Min ji welatekî hez kir, hinekî ji j’ vî bajarî
û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!
Tavildê welatê ku ev çend min jê hez kir;
ji êşa pir, ji giriyê pir, mirinên pir…
hezê li şûntaziyekê ew terk kir,
û wî jî hez bi gorî Xwe kir bi yek carî!
Li hezê digerim, niha…
Dizanim; dengê xwezayê ye hez
Herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê…
Min xezalek wenda kir li vê pesarê:
Dildarên xakeke nebedî bûn
Di şiveriyên çiyayekî de, vê berêvarê!

Hez şiirinin Türkçe çevirisi henüz eklenmemiştir.
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.

Arjen Arî Şiirleri

Heyrano
Berê Min Ketiye Xozatê
Ji Kîşweran Payîz e Niha
Hêvî
Megrî
Min Navek Li Kurê Xwe Kir
Koçerê
Efendîno
Evîn Biharek e
Tu Bihata
Mirî Mirî
Dilodîn
Hez
Kulîlkên Bihara Derengmayî
Şêrgele
Ez Çiyayî Me
Law Hakimo
Binavkirin
Berî Her Zarokî
Girtî Me
Kol î Poşman
Bêdîn im, Îman Berdayî
Gazin
Pirs Hene Zanim

Albüm | Atasözleri | Biyografi | Erkek İsim Anlamları | Frekans | Galeri | Hazır Mesajlar | Hikaye | İlahi Sözleri | İsim | İsim Telaffuzları | İslam | Kız İsim Anlamları | Kürt Dili | Kürtçe Beddualar | Kürtçe Dualar | Masal & Hikaye | Nasıl Denir? | Nedir? | Radyo | Sanatçılar | Şarkı Sözleri | Şiir | Sözlük | Ünlü Sözleri | Video |

Gizlilik Politikası İletişim Kullanım Şartları Reklam

Firma Diyarbakır | Kürtçe Frekans | Kürtçe Sözlük | Radyo |

Kürtçe Bilgi
Kürtçe Bilgi, Kürtçe alanında farklı kategorilerde içerik sağlayan geniş kapsamlı bir portaldır.
Sözlük, Şarkı sözleri, Biyografi, Edebiyat, Hazır mesajlar, Masal, Hikaye, Şiir, Radyo ve daha fazlası için Kürtçe Bilgi...

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.