Kürtçe Sözlerihisret û meyl û tenayî
ne şiyar im, ne razayî
li ber çavan tu xuyayî
xewa heyî evînê bir
hisret ji meylê bû pir
xwe berda dil b’dujminayî.
xwe berda kûr xwe berda,
ji lêvan xwe berjêr berda;
kasa meyger de tenayî
meyger ev kas ya çenda ye?
bi navê bedo te mey meye
tahm-hisret reng-sûriyayî?
meyger meyek din werîne.
hizr û meylê jê derîne,
da bide min tahmek xudayî
wê şevê, derengî şevê
berdam meyger, berdam xewê
kase bûn lêvê bedewê.
bedew hizr e bedew meyl e
qeyse wê me j’min re leyl e
evîndar û dil memdayî
şewt ne bes, kizîn ne bes e?
ev şev û mey û ev kas e
bêdîn im, îman berdayî!
© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.