
Kürtçe Sözlerizû bi zû nagire
û nabare her sal.
Ji çirra sîr spî, delal
berfê girtiye Berîka Mêrdînê.
tu bibînê, li çiyayê Omerta tê kabê.
Dibêjin heta adarê ranabê!
Xezala’m mekeve rê,
tu bi ser min ve nabê!
bi lingên hinekiri min tu divê,
bi porê mifil-mifilî
di bin hevrîşimiya hepriyê de berbiskên erebî
gerdena te de mircan, bêvilê de xizêm
xwestiya ji çend salan de yî bûkê,
rahijî buxçikê û tu bê!
nenas î, rêbiyan î, nezan î.
mijeke kor Mûnzir ji erdê hilanî,
û Dêrsim ketiye bextê hikumeta vî zemanî!
dîsa dayê
xezala’m mekeve rê;
darên berû ta digrin,
tu û vê sermayê!
mîrekê demê çile ye niha.
tu rê naçe ser riya hêviyê.
çefiyê dipêçim û dikim gilokek xem,
li hêviya adarê ye cehinnem
û ez û tu,
û ez û Mûnzir,
û ez û Tûjik.
heft meh e berf e barê me.
ku gur xwe li gur dipêçe û hirç nayê der ji gehê!
dîhnek e,
difîkîne û tê
sirra reşemehê!
ji êvar de dayê! xezala m’mekeve rê,
ha riya Dêrsimê ha ya Kerbelayê!
egîd im nihîte
û hijde salî
bi min dest pê dikin
çîrokên lehengiya duhezar salî
kirasên berfê tên ku bigrîn,
sê roj e bêzewad,
sê roj e xurîn im.
yanî birçî me mîna guriyê sibatê!
bi destên min ve nayê,
bûye qetek ji qeşê
hesinê vê kambaxê,
polayê vê keleşê!
û berf hê jî tê
ne min got; sê roj e xurîn im.
min nêt e te bibînim:
berê min ketiye Xozatê!

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.