
Kürtçe SözleriWere canim ko çi nazikweres în
Ji gul û nesterînan em te bes în
Tu şehinşahê besî min ji butan
Ne muhib her ne kes û xar û xes în
Ji xweh xanim vedînakî me bi tîx
Tu nebat î we li teb’ê meges în
Her şevem ne’rezenan ta bi seher
Be segê koyê tu ra hemnefes în
Bê tu billah nebûyîn yek nefesek
Me tu yî rûh û mucerred qefes în
Cezbe dil radihejînit ji me lew
Di şevan nale ji rengê ceres în
Me ji zulfên di butan reştir e bext
Seheran tête perî pê nehisîn
Were meyxaneyê şahidperesan
şem’ê te er ne biêsîn çi kes în
Me ji narî diye nûra te di dil
Lew ji ’işqa te her ateşperes în
’Eynê ’işq în û di dil ateşê tor
Ji sena berqê cemalê qebes în
Te divê dawê birî bit nihe da
Bibirim ser bi du enguşt meqes în
Gerçi yekser li rexên fîl-i sifet
Rast û çep bazî li seyr-i feres în
Bi meyê şafî bidîn xerqeyê zerq
Bi xerabatê muxan er biresîn
Em qedîm bade dinoşîn ji tuhûr
Lew muqîm mest û xumar û teles în
Me şevan cam di kef û yarê di ber
Hey hey û suhbet û mîrê ’eses în
Me sera perdeyê horan e meqam
Ji siya zulfê butan er verisîn
Qelbê e’yan dikirit hub we wucûd
’Işqê iksîr e we em sîm û mes în
Mulhimê xeybê weh imla dikirit
Meded û feydê ji rûhu l-qudus în
Cewherê ’alî ye ’unşur me Mela
Bi-l-heqîqet ne j’ xewar, estuqus în

© KurtceBilgi.Com. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece KurtceBilgi .Com'a aittir. Site içerisinde yer alan veriler, kâr amacı gütmedikçe her türlü sosyal paylaşım platformlarında ve uygulamalarında paylaşılabilir. Ancak başka bir sitede paylaşılamaz.Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır. Bu siteye giriş yaparak çerez kullanımını gizlilik politikamız çerçevesinde, kabul etmiş sayılıyorsunuz.